Sereke

Arman Tatoyan:qulxçîyên leşkerîye ku ji alîyê Adirbêcanêda hatine dîlhildanê, gerekê bêyî tu qewil-qirara bêne azaberdanê û paşda vegerin Ermenîstanê

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan bi elametîyêva pêşda hatîye û derheqa dîlên ermenîye leşkerîda daye dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“1. Hemû qulixçîyên ermenîye leşkerî, yên ku dîl ketine, gerekê aza bêne berdanê û paşda vegerînin Ermenîstanê. Ew yek gerekê bêyî tu qewil-qirara bê mîyaserkirinê.
2.Ew yek tiştê qebûlnekirinê ye,wekî nava elametîya 1O-ê mijdarêye sêalîda wedê konkrêt bona pevguhartina dîla nehatîye dîyarkirinê. Xêncî wê yekê, hejmara dîla kêm tê dîyarkirinê û hindava wanda jî zêrandin tên mîyaserkirinê.Ev yek teribandina mafên mêriv e, rûyê çi da hukumî li ser pisîxolocîya malbetên wan meriva dikin.
3.Elametîyên seroketîya Adirbêcanêye derheqa wê yekêda, ku welatîyên me ne ku dîlên leşkerî ne, lê têrorîst in û hatine girtinê, şuxulkarîya hûmanîtarîye piştî şêr pêpes dikin û mafên navnetewî diteribînin. Ew meriv dîlên leşkerîne. Bi wî cûreyî usa jî gerekê nêzîkî xebatên gera cinyaza bibin.
4.Parêzerê mafên mêriv sîyasîzasîyakirina vê pirsêye girêdayî mafên hûmanîtarî û mêriv ra, çawa gava gunehkarkirinê hesab dike”,- Arman Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button