Sereke

Elametîya Pûtîn, Paşînyan û Elîyêve tevayî

Em elametîya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîêve piştî hevdîtina li Moskvayê îmzekirî raber dikin.
“Em, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derheqa vê yekêda elam dikin:

1.Bi meremê mîyaserkirina xala neha, ya elametîya nehê mijdara sala 2O2O-î, ya bona vekirina rêyên êkonomîkî û transportê, em piştgirîyê didine wê yekê ku bi pêşnîyara serokê Rûsîyayê, bi sedirtîya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye tevayî, koma xebatêye sêalî sazkin.

2. Koma xebatê wê hevdîtina ewlin heya 3O-ê meha çile derbazke, li ser encamên kîjanê wê navnîşa alîyên xebatêye hîmlî bê hazirkirinê, çawa pirsên sereke, tevgirêdanên rêya hesinî û rêya avtomobîla qebûlkin, û usa jî pirsên başqe bêne dîyarkirinê.

3.Bi armanca mîyaserkirina alîyên şuxulkarîyêye hîmlî, hemsedirên koma xebatê wê teşkîla komên pêşezanên govekên anegor îzbatkin. Koma pêşezanîyê, piştî civîna koma xebatê, wê nava mehekêda navnîşa projeya raber bike, kîjanêda wê rêsûrsên pêwîst û gavên anegor bêne dîyarkirinê, bona ku paşê ew bi dereca bilind bêne îzbatkirinê.

4.Heya yekê adara sala 2O21-ê, koma xebatê wê projeya bona îzbatkirinê raberke, wê bikevine nava kîjanê teşkîlkirina cîguhastina baraye navnetewî, dasekinandina sîstêmên transportêye nû, usa jî cîguhastina baraye ji alîyê Adirbêcanê û Ermenîstanêda, yên ku gerekê nava Adirbêcanê û Ermenîstanêra derbaz bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button