Sereke
Li Ermenîstanê karantînê dîsa bi şeş meha berdewam be, lê bi qewilên diha milahîm
Li Ermenîstanê karantîn bi şeş mehava hate dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda ji hukumatê ragîhandine.Wezîreta saxlemîxweykirinê sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî nava qewilên karantînêda hinek milahîmkirin hatine pêşdakişandinê:
“Ne welatîyên Ermenîstanê dikarin sînorê li ser erdêra jî derbaz bibin, heger ew sêrtêfîkata derheqa tunebûna nexweşîya koronavîrûsêye nava 72 sehetada hazirkirî raber bikin, yan jî li ser sînor têstê bidin û hetanî stendina bersiva têstê başqe bimînin.
Sînorkirinên derheqa mîyaserkirina teşkîldarîyên civakî hatine hildanê. Mesele, pêşda, bona derbazkirina teşkîldarîya, hejmara meriva gerekê ji 6O-î zêdetir nîbûya.