Sereke

Pûtîn çi gotîye Paşînyan û Elîyêv

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê hevdîtina dualîye tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, gotîye, ku ew hêvîdar e wekî dora hemû pirsên derheqa Qerebagêda wê bighîjine qayîlîyê.
“Bi fikira min, nenihêrî wan pirsa, derheqa kîjanada we got û yên ku hê helkirî nînin, ez hêvîdar im wekî wê li hev bê nava hemû pirsada binghîjine qayîlîyê, nava wanda usa jî pirsên hûmanîtarî”,- Pûtîn gotîye. “Bi fikira min, hevdîtin bona wê yekê kardar e, bona ku bikaribin pêşeroja herêmê qirar bikin û li herêmê pêwandî bên çêkirinê, berê ewlin pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda. Ez dixwezim bêjim, wekî pêwandîyên me yên tifaqdarîyê bûne û wê usa jî bimînin. Me îro derheqa êkonomîkayêda gelek got. Girêdayî vê yekêra minê bixwesta bigota, wekî nenihêrî sala pare dijwar, me bi çar selefîva zivira eşîya daye bilidkirinê. Ev hemû tişt bingehê çê dikin ku meriv hêvîdar be wekî tevî helkirina pirsgirêka Qerebagê emê bona berjewandîyên cimeta ermenî helkirina bibînin, bo dewleta ermenî û pêwandîyên meye dualî.
Wextê hevdîtina tevî Îlahm Elîêv, serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bi razîbûn derheqa wê yekêda gotîye,wekî li Qerebagê li hev hat xwînrêtinê bidine seknandinê.Ewî daye dîyarkirnê,wekî mîsîya aşîtîparêzîyê şuxulkarîya xwe mîyaser dike û hal bi tomerî hildayî paşda vedigere li ser qeydê edil.Bi gotina serokê Rûsîyayê, pêwandîyên Rûsîyayê û Adirbêcanê baş pêşda diçin, berê ewlin beşa êkonomîkî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button