Sereke

31 sal pêşda li Adirbêcanê dijî cimeta ermenî komkujî hate mîyaserkirinê:wezîreta Ermenîstanêye karên der

31 sal pêşda, civaka navnetewî bû şeda komkujîya cimeta ermenîye li Adirbêcanê. Heya roja îroyîn teşkîldarên wan qetilkirinên ermenîye li Bekûyê li ber cabdarîyê nesiknîne û mîyaserkirên wana çawa mêrxas tên navkirinê. Bi elametîya wî cûryîva wezîreta Ermenîstanêye karên der pêşda hatîye.
“31 sal pêşda li paytextê Adirbêcanê qetilkirin û cîhşihitandinên binelîyên ermenîye li Bekûyê hatine mîyaserkirinê. Bi seda meriv hatine kuştinê, seqetkirinê û gelek bêser-berate unda bûne, bi deha hezara jî hatine cîşihitandinê. Bi qetilkirinên li Bekûyê, şuxukarîya cîhşihitandina ermenîya li Adirbêcanê ser hevda hat.Heya roja îroyîn Adirbêcan sîyasîya paqijkirinên êtnîkî hindava Arsaxê mîyaser dike”, -nava elametîyêda hatîye gotinê. Xêncî sîyasîya dijî ermenîya, usa jî mîrasa ermenîyaye çandî-dîrokî bû hedef. Şedetîya wê yekê didin kirinên azêrîyaye roja îroyîne li Arsaxê, li wan cîha yên ku derbazî bin kontrola Adirbêcanê bûne.
Nava elmetîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda tê dîyarkirinê, wekî bi qedirgirtina cangorîyên qetilkirinên ermenîyaye li Bekûyê, careke mayîn tê dîyarkirinê, wekî Komara Ermenîstanê, Komara Arsaxê, û temamîya ermenîyên dnîyayê bi yekbûyî derheqa mafê jîyana azaye li welatê xwe didine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button