Sereke

Hevaltîya birîtanî dayîna parçên bona çêkirina “Bayraktarên” tirka daye sekinandinê

Hevaltîya birîtanîye Andair Ltd-ê dayîna parçên bona çêkirina aparatên tirkaye bêpîlote «Bayraktar TB2» daye sekinandinê.Derheqa wê yekêda malpera hevaltîyêye fermî elam kirîye. Em bîr bînin, wekî ew aparat wextê şerê 44 rojêye li Arsaxê ji alîyê Adirbêcanêda bi berfireyî hatine xebitandinê. Hevaltîya birîtanî bona “Bayraktarên” tirka pompên ardû çê dikirin. Baylozxana Ermenîstanêye li Brîtanîyayê berbirî hevaltîyê bûye ku wan parçên dirona nedine Tirkîyayê. Piştî wê yekê, hevaltîyê lêpirsîn destpê kirîye û dayîna wan parça daye sekinandinê.Parçên dironên tirka ji alîyê welatên cuda-cudada tên dayînê: ji Kanadayê, Brîtanîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Avstrîyayê.Wextê şerê li Arsaxê Kanadayê û Avstrîyayê dayîna parça dane sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button