Sereke

Pirsgirêka Arsaxê wê paşerojêda bimîne, heger dewakarîyên meye têrîtorîyale hindava Adirbêcanê tunebûna: Vahram Pogosyan

“Pirsgirêka Arsaxê nikare helkirî be, heger statûsa Arsaxêye dawî nehatîye qirarkirinê”,- derheqa wê yekêda berdevkê serokê Arsaxê Vahram Pogosyan gotîye, wextê ku ewî derheqa hevdîtina sêalîye li Moskvayê xeberdaye.
Elîyêv gotibû ku dew-doza Qerebagê paşerojêda maye û niha gerekê derheqa pêşerojêda bifikirin ku çawa cînartîyê bi hev ra bikin.
“Pirsgirêka Qerebagê wê paşerojêda bûya, heger dewakarîya meye têrîtorîyal tunebûya. Heger pirs gerekê nava sînorên Qerebaga otonome berêye hêna Sovyêtê bê helkirinê, wî çaxî ez bêjim wekî gelek ax heye, nava wêda usa jî nehîya Hadrûtê û cîhên mayîn, yên ku der mane. Arsax gerekê ji alîyê civaka navnetewîda bi statûsê bê naskirinê û ev pirs jî gerekê bê zelalkirinê”,- Pogosyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî heya ev pirs neyêne helkirinê, nikarin dew-doza Arsaxê çawa ya girtî hesab kin. Gerekê prosêsa hevraxeberdana berdewam be.
“Ji alîyê Adirbêcanêda pêşnîyarên yekalî hatine kirinê. Çi jî hebe, Arsax bi her statûsekêva nikare nava teşkîla Adirbêcanêda be. Arsax tu cara beşa Adirbêcana serbest nîbûye û wê nebe”,-Pogosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button