Sereke

Ayvazyan bi namê halê dora Qerebagê raberî Gûtêrêş kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi namê halê dora Qerebagê, yê rûyê agrêsîya leşkerîye 27-ê îlonê destpêkirî pêşdahatî, raberî katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş kirîye.
Hatîye ragîhandinê,wekî wezîrê Ermenîstanêyî karên der namêda daye dîyarkirinê,wekî nava qewilên krîzîsa li temamîya dinîyayê, yê ku rûyê nexweşîya koronavîrûsêda pêşda hatîye, bi teribandina agrêbesta bi deha sala, bi destpêkirina opêrasîyonên leşkerî, dijî binelîyên Arsaxê paqijkirinên êtnîkîye berfireh hatine mîyaserkirinê, wêrankirinên bi zanebûn dijî nimûnên çand û kûltûra ermenî hatine kirinê. Wezîr namêda usa jî derheqa ji alîyê Adirbêcanêda teribandina elametîya nehê mijdarêye sêalîda daye dîyarkirinê, û nivîsîye,wekî mehekê piştî agirbesta îzbatbûyî, Adirbêcanê opêrasîyonên leşkerî dijî du gundên nehîya Arsaxêye Hadrûtê mîyaser kirîye. Wextê wê êrîşa Adirbêcanê 64 qulixçîyên ermenîye leşkerî dîl ketine. Wezîr nivîsîye,wekî xala elametîya sêalîye heyşta, ji alîyê Adirbêcanêda tam nehatîye mîyaserkirinê, bi kîjanê têra tê dîtinê ku dîlên leşkerî û cinyazên cangorîya paşda vegerînin.Hatîye dîyarkirinê,wekî Adirbêcan naxweze vê xalê mîyaserke û ew yek teribandina mafê hûmanîtrîyî navnetewî ye.
“Tenê bi helkirina pirsgirêkê dikarin bihîjine aşîtîya qewîn û wededirêj, wê bikeve nava kîjanê statûsa Qerebagê, li ser hîmê mafê cimeta Arsaxêye xweqirarbûnê”,-wezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button