Sereke

Bona derbazbûna sînorê Ermenîstanêra çi guhartin hatine kirinê

Wezîreta Ermenîstanêye karên der guhartin kirine nava prosêsa derbazbûna sînorê Ermenîstanêra.
“Ew merivên ku ne welatîyên Ermenîstanêne dikarin li ser sînorên erdêra jî derbazî Ermenîstanêbin. Pêşda tenê bi rîya hewê dikaribûn bihatana, lê niha dikarin him bi rîya hewê û him jî li ser erdêra bên Ermenîstanê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.Wextê ku merivên ne welatîyên Ermenîstanê tên, berê ewlin gerekê li ser sînor encamê analîza, têsta koronavîrûsêye nava 72 sehetada kirî raberkin. Ew gerekê yan bi zimanê ermenî, yan rûsî, yan jî înglîzîbe. Sêrtêfîkatêda gerekê navê wî merivî, hejmarên têlefona, jimarên pasportê, roj û sala bûyînê, encamê têstê, bi mora teşkîleta ku têst derbaz kirîye û îmza teşkîletê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button