Sereke

Ez Syûnîkê çawa mezmezkê pişta dewleta me hesab dikim: Nîkol Paşînyan

Rûyê bûyarên eyanda, dor-berên sînorê Syûnîkê hatine guhartinê.Wextê şêwirdarîya duh derbazbûyî, Nîkol Paşînyanê serekwezîr derheqa wê yekêda gotîye wextê ku ewî halê dora sînorê qeza Syûnîkê gotûbêj kirîye.
“Ez Syûnîkê çawa mezmezkê pişta dewleta me hesab dikim. Gerekê hemû derfet bêne xebitandinê ku bêqezîyabûna Ermenîstanê bê çareserkirinê, ne tenê li Syûnîkê, lê li temamîya komarê, lê vî alîda kemala Syûnîkê cuda ye. Berê ewlin em gerekê gotûbêj bikin ku progiramên sosîyalî û êkonomîkîye çi cûreyî gerekê li wan gunda mîyaserkin, yên ku statûsa sînorê nû stendine”,-Paşînyan gotîye.Ewî gotîye ku qirarên nû wê bêne qebûlkirinê, pevketinên nû wê bêne destanînê, ku wan progirama mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button