Sereke
Parêzerê mafên mêriv wê raporta nû derheqa zêrandinên dîlên ermenîye li Adirbêcanê bişîne sîstêmên navnetewî
Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye,wekî ewî raporteke nû derheqa dîlên ermenîye li Adirbêcanê, zêrandinên wanda, belav kirîye. “Eva raporta derheqa wê yekêdane,wekî encamên lêpirsînên dîlên ermenîye li Adirbêcanê nikarin bibine hîm bona mehkemekirina wan. Bi rastî, eva raporteke qîmetlû ye û bi mînakên konkrêt e. Raport derheqa zêrandinên dîlada ne. Raportê bi îmza min bê şandinê li sîstêmên navnetewî, nava wanda usa jî mehkema avropîye mafên mêriv”,- nava elametîya parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyanda hatîye gotinê.