Sereke
Almanîya: me endamên DAÎŞ-ê bi alîkarîya admînîstrasîya Otonom anîne
Prosêsa paşdaanîna welatîyên Almanîyayêye ji nava komên DAÎŞ-ê û malbetên wan, cara ewlin kanûna sala 2O2O-î destpê bû. Endamên DAÎŞ-ê anegorî protokolê ji alîyê hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatine teşkîlkirinê. Ew protokol di navbera Almnîyayê, Fînlandîyayê û admînîstrasîya Sûrîyayêye Dêmokratîkda li bajarê Qamişloyê hatîye îmzekirinê.Nava dorana protokolêda sê jin û 12 zarok, yên ku bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkdabûn, teslîmî Almanîyayê kirine, lê du jin û şeş zarok jî teslîmî Fînlandîyayê kirine.Nenihêrî wê protokola îmzekirî, nevsên almane fermî, bi taybetî wezîrê Almanîyayêyî karên der Hayko Maas derheqa Otonomîya Sûrîyayêda nava axavtina xweda neanîye ser zara.