Sereke

Pirseke Ermenîstanêye pêşin dêokûpasîya topraxên Arsaxêye: Ara Ayvazyan

Pirseke Ermenîstanêye pêşin dêokûpasîya topraxên Arsaxêye. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî endamên komîsîya heleqetîyên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye.
“Bona me pirseke girîng e, ku arsaxîya paşda vegerînine cîhê wane jîyînê. Çawa alîkî nava elametîya sêalîda, Ermenîstan hazire gavên bona pêşxistina êkonomîkayê û sîstêmên potênsîyal biavêje.Feqet bona gihîştina açixîyê, aminaya dualî gerekê hebe”,-wezîr gotîye.
Ayvazyan usa jî gotîye, wekî nava hîmê helkirina pirsgirêka Qerebagêda mafê xweqirarbûna cimeta Arsaxê ye. Ermenîstan hazir e bin bandora hemsedirên koma Mînskê şuxulkarîya edil berdewamke, li ser hîmê prînsîpên hîmlî û yên ku nava elametîya 9-ê mijdarêda nehatine dîyarkirinê.Bi gotina wî, halê pêşdahatî encamê xebitandina qewatê ye, feqet heya niha tu dew-dozek bi xebitandina qewatê hel nebûye. Ew dikare nava dew-dozêda êtapeke nû sazke, lê nikare pirsgirêkê helke. Xêncî wê yekê, Ayvazyan gotîye wekî pirsa paşdaanîna dîla ji alîyê Ermenîstanêda li ser dereca bilind tê pêşdakişandinê û bona wê yekê jî ew tevî sîstêmên navnetewî hevkarîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button