Sereke

34 hezar welatîyên Arsaxê bêyî mal û avahî mane: Manê Tandîlyan

Wezîra Arsaxêye xebatê, pirsên sosîyalî û mîgrasyîon, Manê Tandîlyanê wextê qisa tevî RÎA Novostîyê gotîye,wekî piştî şerê Arsaxê kirîzîsa hûmanîtarî pêşda hatîye.
“Piştî şêr li cem me kirîzîsa hûmanîtarî ye û pirsên sosîyalî gelekî sert bûne. Em wan pirsa him bi qewatên xwe, him bi piştgirîya teşkîletên xêrkirinê, him jî bi piştgirîya Komara Ermenîstanê û aşîtîparêzên rûs hel dikin”,-Tandîlyanê gotîye.
Bi gotina wezîrê, pirsa here giran ew e, wekî geleka malên xwe unda kirine, lê bernama bona helkirina wê pirsê îdî destpê bûye.
“Niha 34 hezar welatîyên Arsaxê bêyî mal-avahî mane, çimkî rûyê wî şerîda ew yek qewimî ye û gelek cîh jî derbazî bin kontrola Bekûyê bûne”,-Tandîlyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button