Sereke

Ermenîyê Amêrîkayê Hayk Hecînazaryan bûye serokê beşa tevgirêdanên Qesira Sipîye li herêmê

Co Baydên, yê ku wê hevtîya tê qulixa serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî da cîhê xwe bigre, ermenîyê amêrîkî Hayk Hecînazaryan çawa serokê beşa tevgirêdanên rêgîyonal kifş kirîye.
Hayk Hecînazaryan pêşda çawa katibê prêssayê, yê kampanîya Baydêne hilbijartinaye li Pênsîlvanîya Rojavayê qulix kirîye. Ew endamê koma kampanîya hilbijartina bûye. Pêşîya wê yekê ew li kongira Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixebitî, pêşda çawa alîkarê sênator Co Donêl, lê paşê jî çawa cîgirê katibê prêssayê, yê komîsîya kongrêsêye bêqezîyabûna miletîyê.Hecînazaryan li bajarê Kolûmbûsê ji dayîk bûye, dê û bavê wî ji Libnanê derbazî Amêrîkayê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button