Sereke

Baylozê Ermenîstanêyî li ŞAY Varûjan Nêrsêsyan wê wextê heytehola sondxwerina serokê amêrîkî Con Baydên hazirbe

Baylozê Ermenîstanêyî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Varûjan Nêrsêsyan wê wextê heytehola sondxwerna Co Baydênê serok hazirbe, ya ku wê 2O-ê meha çile li Kapîtolyûmê derbazbe. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye. “Ji alîyê Komara Ermenîstanêda baylozê Ermenîstanê Varûjan Nêrsêsyanê wextê heytehola sondxwerina serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hazirbe”,- Nagdalyanê gotîye. Hatîye dîyarkirinê,wekî serokên welatên başqe jî nehatine teglîfkirinê. Li wir wê tenê serokên wekîltîyên dîplomatîye li ŞAY wê hazirbin. Tramp jî elam kirîye,wekî armanca wî tune ku tevî wê heyteholê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button