Sereke

Armanca Adirbêcanê ew e ku ermenîya bi temamî ji herêmê bidine derxistinê

Armanca Adirbêcanê ew e, ku sîyasîya dijî ermenîya li temamîya dinîyayê kirinên k’omkujîyê mîyaserke. Çawa ku hatîye dîyarkirinê, wextê gotûbêjkirina bi têma 31-salîya qetilkirinên ermenîyaye li Bekûyê û şerê Arsaxêyî sisîya, parêzera mafên mêrive berê û seroka teşkîleta civakî Larîsa Alavêrdyanê derheqa wê yekêda gotîye.
“Adirbêcan ji alîyê Tirkîyayêda hatîye sazkirinê, bona ku dijî ermenîya komkujîyê mîyaserke û bernamên wî çaxî ser hevda bîne.Wana pirs usa danîye wekî ew yek bi êtapa hazir kirine, mêtod hazir kirine, bi kîjana gerekê komkujî bê veşartinê”,-Alavêrdyanê gotîye. Bi gotina parêzera mafên mêrive berê, bûyarên li Bekûyê komkujî ye û gerekê ji gotinê netirsin.
“Komkujî hema tenê kirin nînin, ew yek sîyasîye. Li ser xerîtê sala 1918-a dewleta bi navê Adirbêcan pêşda hat û heyîna wê tenê bi wê yekêva girêdaî ye wekî ew gerekê bi temamî ermeîya ji vê herêmê derxe, sîysîya dijî ermeîya li temamîya dinîyayê berdewamke û bi rêyên cûre-cûre komkujîyê mîyaserke”,-Alavêrdyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button