Sereke

Li herêmê hemû alî bona şêr hazir dibin: îranzan

Heger Co Baydên bêyî tu pirsgirêka derbazî qulixa serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bibe, wî çaxî Îran hîvîyêye, ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê paşda vegere nava doranên qayîlîya atomî. Usa dertê wekî alîkî sîyasîya Îranêye der ewe, ku heleqetî bêne normalkirinê. Van axrîya Îranê telîmên leşkerî derbaz kirin û qawata xwe da kifşê. Niha aktîvîya Tirkîyayê û Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî berdewam dibe. Van axrîya wezîrên Tirkîyayê, Adirbêcanê û Pakîstanêye karên der li Îslamabadê rastî hevdu hatin. Eyan nîne ku qirarên çawa hatine qebûlkirinê û pevketinên çawa hatine destanînê, lê nava doranên pêşezanîyêda difikirin,wekî Tirkîya, Adirbêcan û Pakîstan dijî bêqezîyabûna rêgîyonê dişuxulin.Ew yek jî li ber çevaye,wekî li Îslamabadê pirsa zêdekirna potênsîyala eskerên Adirbêcanê û Pakîstanê hatîye pêşdakişandinê. Destpêka meha sibatê jî li Qersê telîmên Tirkîyayê û Adirbêcanêye tevayî wê bêne derbazkirinê. Pirs pêşda tê: gelo ev yek bona hazirkirina şerê nû ye?
Îranzan Vardan Voskanyan li ser wê fikirêye, wekî hemû alî nînin, ku bi encamên şerê dawîva razîne. “Tirkîya razî nîne. Li ber çevaye,wekî Tirkîyayê bixwesta ku aşîtîparêzên wê li wir hebûna, lê ew yek jêra li hev nehat.Alîye rûsa aşîtîparezên xwe li wir cîhwar kirin”,-Voskanyan gotîye.
Tirkzan Rûbên Safrastyan jî difikire,wekî telîmên leşkerîye ku wê li Qersê derbazbin, berdewama hevkarîya tirka-azêrîyaye leşkerî ye.
“Ew yek min xemgîm dike, wekî wekîlên leşkerên êrîşkir wê tevî telîma bibin. Ew yek jî gerekê bona hazirîyên êrîşa dijî Ermenîstanê be. Ew telîmên xwehazirkirinêne û armanca wan hukumê pisîxolocî ye”,- Safrastyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button