Sereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa pirsa dîlada tevî wezîrê Fransîyayêyî karên der qise kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi telefone tevî wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Li Drîyan qise kirîye.Wezîra pirsên derheqa hale piştî şerê li zona dew-doza Qerebagê, bêqezyabûna herêmê û aşîtîyêda xeberdane. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
«Bi raberkirina mîyaserkirina xalên elametîya 9-ê mijdarêye sêalîye bona îzbatkirina agirbestê û cîhwarkirina aşîtîparêzaye li Arsaxê, Ayvazyanê wezîr guhdarîya hevalkarê ji Fransîayê teglîfî li ser pirsa dîlên leşkerî û paşdavegerandina wane li welêt kirîye»,- nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê.
Wezîra fikir dora krîzîsa hûmanîtarî û gavên bona helkirina wê yekê pevguhartine. Xeberdan usa jî derheqa têma derheqa gavên bona parastina mîrasa dîrokî-çandî da çûye.
Wextê axaftina bi telefonê usa jî derheqa destpêkirina şuxulkarîya edile nava doranên koma Mînskêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button