Sereke

ŞAY wê alîkarîya fînansî bide wezîreta pêşmerga

Nevsê derecebilind, yê wezîreta pêşmerga, gênêral Baxtîyar Mohamed gotîye, wekî hukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê alîkarîya fînansîyê bide wezîreta pêşmerga, bona ku miaşa pareskerên pêşmerga belav bikin. Ewî daye dîyarkirinê,wekî koalîsîyona navnetewî piştgirîyê dide pêşmerga. Vê mehêda alîkarîya fînansî wê here ser hesabê wezîretêye bankê. Hêzên pêşmerga ji sala 2O14-da dijî DAÎŞ-ê şerkarîyê mîyaser dikin û çawa hevkarên koalîsîyonê tên hesabê. Niha endamên DAÎŞ-ê dîsa aktîv dibin, bi taybetî li nehîyên di navbera Hewlêrê û Begdayêda hevraqayîlnekirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button