Sereke

Bûçêkê polonî dijî Bekûyê ye: 18OO gefxwerin bona raberkirina xirabkarîyên wextê şêr stendine

Şuxulkarê sîyasî Tomaş Bûçêk ji aboneyên mêdîya sosîyalî 18OO namên gefxwerinê stendine.Rûpelê wîyî fêysbûkê 478 cara cêribandine bişkênin. Bona bêdengîyê, ku ew dengê xwe neke, azêrîya 5O hezar dolar pêşnîyar kirine. Tomaş Bûçêk îmze berev dikirin, ku berbirbî mehkema Haagayê bibe, girêdayî wê yekêra ku xirabkarîyên Adirbêcanêye salên 1988-2O2O-î li Arsaxê mîyaserkirî li mehkemê bide raberkirinê.Wextê qisa tevî “Radiolûr”-ê Bûçêk dibêje,wekî du menî hene, ku ew bi dosatanî nêzîkî cimeta ermenî dibe. Menîya ewlin ewe,wekî dîroka cimetên ermenî û polonî û pêwandîyên herdu cimeta hevva girêdyîne.Menîya duda jî ewe, wekî emirê mamosteyê wî, wextê qetilkirinên sala 1915-ye li çîyayê Mûsaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button