Sereke

Elîyêv li Şûşîyê derheqa hejmara mizgeftada înformasîyayên derew raber kirine

Van axirîya, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv li Şûşîyê qesidî bû û înformasîya belav kiribû, wekî giva ermenîya heykelê azêrîyaye çandî xirab kirine û paşê li ber mizgeftekê sekinîye, gotîye wekî ermenîya li Qerebagê ji 67 mizgefta 64 wêran kirine.Ew înformasîya ne ya raste.Em bidine kifşê,wekî li ser qeza Qerebagêye berê, usa jî li hevt nehîyên dor-berên wê, ser hev 3O mizgeft û medrese hebûne. Derheqa wê yekêda nava dokûmênta hukumata Adirbêcanêye sala 1988-da hatîye dîyarkirinê. Çi ku derheqa Qerebagêdane, wî çaxî gerekê bê gotinê,wekî hejmara mizgefta dighîşte 12-a. Bi tomerî hildayî li temamîya Qerebagê û dor-berên wê 27 mizgeftin. Pirs pêşda tê, ku hejmara 67 ji kîderê hatîye hildanê. Çawa jî lêkolîn dikin, ew hejmar ya derewe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button