Sereke

Mhêr Grîgoryan hesab dike,wekî helkirina pirsa vekirina rêyên li herêmê tiştê bûyînêye

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan hesab dike,wekî helkirina pirsa vekirina rêyên li herêmê tiştê bûyînê ye. Derheqa wê yekêda ewî gotîye û derheqa hevdîtina tevî cîgirên serekwezîrên Rûsîyayê û Adirbêcanê daye dîyarkirinê.
“Xebat dijwar e. Gelek pirs hene, yên ku gerekê bêne lêkolînkirinê û helkirinê, lê ez hesab dikim, wekî ew yek tiştê bûyînêye. Gelek pirs hene, yên ku gerekê bi hûrgilî bêne lêkolînkirinê, bona ku sîstêm sazbe, ya ku bi rastî wê bixebite”,-Grîgoryan gotîye.
Cîgirê serekwezîr gotîye,wekî wextê hevdîtinên tevî Adirbêcanê, gerekê atmosifêra aminayêye dualî hebe, ku ew armanc mîyaserbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button