Sereke

Nava rojekêda ji 11O-a zêdetir binelî paşda vegerîyane Arsaxê

112 arsaxî bi rêberîya aşîtîparêzên rûs paşda vegerîyane Arsaxê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye parastinê ragîhandine.
“Aşîtîparêzên rûs paşdaçûyîna welatîyên Arsaxêye bêqezîya didine çareserkirinê, alîkarîya hûmanîtarî didine wan û sîstêmên sîvîlî tên dasekinandinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Bi tomerî hildayî, anegorî hesabên wezîreta Rûsîyayê, ji 14-ê mijdarê destpêkirî 51854 arsaxî paşda vegerîyane Qerebagê. Aşîtîparêz monîtorîngê û xweykirina rêjîma agirbestê şev û roj kontrol dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button