Sereke

Pêşezanên Organîzeya Netewên Yekbûyî elam dikin wekî dîlên şerê Qerebagê gerekê lez bên azaberdanê

Pêşezanên Organîzeya Netewên Yekbûîye mafên mêriv bang kirine ku dîlên leşkerîye wextê şerê Qerebagê û yên mayîn jî gerekê lez aza berdin.
“Ewên ku rûyê dew û dozêda ji azaya xwe miqûf mane, gerekê lez bêne paşdavegerandinê, lê malbetên kuştîya jî gerekê bikaribin cinyazên xwe paşda bistînin, anegorî elametîya 9-ê mijdarêye derheqa agirbestêda”,- pêşezana gotîye.Wana daye dîyarkirinê,wekî besên cûre-cûre distînin, kîjanada tê dîyarkirinê,wekî dîlên li cem azêrîya bêyî şuxulkarîya mehkemê tên kuştinê û paşê unda dibin, rastî zordarîya û zêrandina tên.Pêşezana bangî serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê kirine, ku lêpirsînê derbazkin, wextê kîjanê teribandinên mafên mêriv eşkerekin û teşkîldarên wan li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button