Sereke

Hevdîtina duem, ya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîayê û Adrbêcanê, wê nava vê mehêda derbaz bibe

Hevdîtina duem, ya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîayê û Adrbêcanê, Mhêr Grîgoryan, Alêksêy Overçûk û Şahîn Mistefayêve girêdayî pirsa vekirina rêyên herêmê va, wê nava meha sibatêda derbaz bibe. “Hevdîtina duem, ya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîayê û Adirbêcanê, wê nava meha sibatêda derbaz bibe”,-ji qulixdarîya cîgirê serekwezîrê Ermenîstanêye prêssayê ragîhandine.
Bi biryara cîgirên serekwezîra, du komên pêşezanîyê hatine sazkirinê. Ji alîyê ermenyada nava teşkîla wanda wekîlên ji qulixdarîya bêqezyabûna Miletîyê, wezîreta karên der, wezîreta êkonomîkayê, wezîreta serkarîkirina têrîtorîya wê cîhê xwe bigrin.
Hevdîtina cîgirên serekwezîraye ewlin 30-ê meha çile li Moskvayê derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button