Sereke

Fransîya: pêşmerge hevkarên mene

“Pêşmerge nava şerkarîya dijî DAÎŞ-ê hevkarên mene”,- nava elametîya konsûlxana Fransîyayêye li Hewlêrê hatîye gotinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî Fransîya piştgirîyê dide pêşmerga, wana telîm dike û tiştên anegor dide wan. Derheqa wê yekêda konsûlxanê li ser rûpelê xweyî resmî daye dîyarkirinê û pêra jî wêneyên konsûlê Fransîyayêyî li Hewlêrê Olîvîyê Dîkotînî û fermandarê hêzên pêşmergayî li ser xeta Givêr-Maxmûrê Sîrvan Barzanî hatine raberkirinê. Fransîya nava koalîsîyona navnetewîye dijî têrorîzmê tevî Kurdistanê nava pêwandîyên dîrokîdane û tê hesabê çawa hevkareke herêma kurda û hêzên pêşmerga.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button