Sereke

Hîvîyêyne wekî nava axaftina Baydêne 4-ê nîsanêda xebera “komkujî” wê bê dîyarkirinê: Çûlcyan

49 ştatên amêrîkî, du palatên Kongrêsê rêzolyûsîyayên derheqa naskirina komkujîya Ermenîda qebûl kirine. Dimîne tenê serokê welêt gaveke rast biavêje. Derheqa wê yekêda cabdara komîsîya data Ermenîye li Waşîngtonê, Êlîzabêt Çûlcyanê gotîye. Bi gotina wê, Baydên derheqa komkujîyêda haj pê heye. ” Hukumata amêrîkî gerekê nava karê her komkujîkîda sîyasîya naskirinê pêşda bibe, ku bona komkujîke mayîn derî veneke. Eva pirsa xeberê nîne, lê guhartina sîyasîya tomerî ye. Tirkîya hemû cedandina dide xebatê, ku li ser dereca dewletê xebera amêrîkî bide kerkirinê. Data Ermenî hîvîyê ye, ku axftina 24-ê nîsanêda xebera “komkujî” wê bê dîyarkirinê”,-Çûlcyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button