Sereke

Dayîkên azêrîyên bêser-berate undabûyî ji Paşînyan piştgirî hîvî kirine

Dayîkên azêrîyên ku nava şerê dijî Arsaxê bêser-berate unda bûne, ji Nîkol Paşînyanê serekwezîr piştgirî hîvî kirine. Prêssa Adirbêcanê ragîhandîye,wekî dayîkên leşkera li ber avayê wezîreta Adirbêcanêye parastinê protêsto kirine.
“Piştgirîya Paşînyan bo min pêwîst e. Ez hîvî dikim. Ez kurê xwe gerîyame bona ku bibînim. Wezîreta parastinê tu tişt nekirîye”,- dayîkeke leşkerê bêser-berate undabûyî gotîye û daye dîyarkirinê,wekî rêya tek-tenê berbirîbûna berbi serekwezîrê Ermenîstanê ye.Dê û bavên leşkerên azêrîyaye bêser-berate undabûyî dane dîyarkirinê, wekî wezîreta parastinê ew qebûl nekirine û bersiva têlefonên wan jî nedane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button