Sîyasî

Parastina mafên binelîyên Arsaxê nikare naskirina wêva girêdayî be: Davît Babayan

Pirsên hûmanîtarî nikarin naskirina seyasetêva girêdayîbin. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.
“Heger usa ye, usa dertê heger dewlet naskirî nîne, wî çaxî dikarin komkujîyê mîyaserkin û paşê jî bêjin ku welat naskirî nîne? Heger usabe, meriv dikare wê yekê dijî hemû welata bike, naskirina wî welatî paşda hildin, komkujîyê teşkîlkin û paşê bêjin ew welat naskirî nîne. Seyaseta wî cûreyî tiştê qebûlkirinê nîne.Ev yek teribandina mafê hûmanîtarî, moralî û êtîkayê ye”,-Babayan gotîye.Bi xeberdana derheqa xweykirina mîrasa ermenîye çandîye nava axa bin kontrola Adirbêcanêda, Babayan gotîye, wekî nava vê pirsêda aşîtîparêz roleke girîng dilîzin.
“Hema bi saya cedandinên Pûtînê serok e, wekî komplêksa Dadîvankê ji alîyê Adirbêcanêda nehatîye wêrankirinê. Feqet gelek heykel, dêr û kevirxaç hene, yên ku ji alîyê azêrîyada tên tunekirinê û em nikarin hukumî li ser wana bikin. Bo wê yekê jî tevbûna civaka navnetewî girîng e”,- Davît Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button