Sereke
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk du piştgirên DAÎŞ-ê girtine

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk du piştgirên DAÎŞ-ê, bona cîguhastin çekdarên DAÎŞ-ye di navbera Sûrîyayê û Îraqêda, girtine. Ew yek nava dorana opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê li nehîya Şedadîyê, qewimîye. Wî çaxî opêrasîyona hêzên Sûrîya Dêmokratîk tevî koalîsîyona navnetewî derbaz bûye.7-ê sibatê hêzên Sûrîya Dêmokratîk li nehîya Hesekê merivek jî girtine, yê ku alî malbetên DAÎŞ-ê kirîye ku ew ji qampa “Xol”-ê birevin.