Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: sîya “Serkeftinê”

“Piştî dagirkirina topraxên Arsaxê, Adirbêcanê destpê kir xebatên çêkirinê mîyaserke. Nenihêrî wê yekê wekî gilî usa jî derheqa çêkirina gundadane, lê niha Adirbêcan bernamên rêçêkirinê û sîstêmên tevgirêdanê mîyaser dike. Ji alîyê serokatîya Adirbêcanêda tê gotinê, wekî ewê gunda çê bikin, lê ew derheqa Aknayê, Varandayê, Cirakanê, Kovsakanêda didine dîyarkirinê, feqet fesal dora Hadrûtêra derbaz dibin. Dijmin baş fem dike wekî çetin ew bikaribe okûpasîya Hadrûtê “bimehîne”. Kontrola hindava topraxên mayîn jî bin pirsêdane. Seroktîya Adirbêcanê encamên şerê Arsaxêyî 44 roje dicêribînin çawa serkeftina tam raberkin, lê piştî êyforîyayê ewê mecbûrbin bi hişyarî bûyarên nû qîmetkin. Tirkîya îdî li Adirbêcanê ye, hîmê wê yekê serokatîya Adiribêcanê daye, û ew yek dide kifşê, wekî Elîyêvê tu cara nikaribe tenê qirara qebûlke, bi taybetî yên hindava topraxên Arsaxêye okûpasîyakirî. Pirsa mayîn hazirîya têrorîsta ye, ya ku bona hemû welatên herêmê qezîyayê raber dike. Ermenîstan dikare û borcdare pirsa paşdahatina Hadrûtê rojevêda xweyke, ya ku dikare bi cûrê rêaksîyayê pirsa dasekinandina yektîya têrîtorîyayên Arsaxê helke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button