Sereke

Bêyî naskirina Arsaxê pêşdakişandina dewekarîyên derheqa têrîtorîyada gelekî çetine: Xzmalyan

Ermenîstanê şikyatê ortedewletî dijî Adirbêcanê li mehkema Avropayêye mafên mêriv raber kirîye. Derheqa vê yekêda wekîlê Ermenîstanêyî li komîsîya Vênêtîkê Ara Xzmalyan gotîye. Bi gotina wî, şikyat bi hûrgilî niha nehatîye raberkirinê, lê ji înformasîyayên eyanbûyî femdarî ye, wekî cêrge dewekarîyên derheqa teribandina konvênsîyada hene.
“Tê texmînkirinê, wekî nava vî wedeyîda pirsên fînansî jî wê bêne pêşdakişandinê. Gerekê bê femkirinê,wekî ev şuxulkarî wê bi sala bikişîne. Dawîyê kîjan alî ku çawa alîyê zyanêketî bê naskirinê, gerekê kompênsasîya matêrîyalî bistîne.Xzmalyan daye dîyarkirinê,wekî pirsa naskirina Arsaxê, yan jî naskirina wêye çawa beşeke Ermenîstanê girîng e û ew gerekê bibe alîkî dîplomatîyê, çimkî bêyî naskirina Arsaxê pêşdakişandina dewekarîyên bona topraxa gelekî çetine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button