Sereke

Nava qanûnên derheqa çûyîn-hatina li Arsaxê guhartin neqewimîne: Davît Babayan

Nava qeyde-qanûnên bona çûyîn-hatina li Arsaxê guhartin tunebûne. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayn wextê axaftina li parlamêntê gotîye.
“Em dîsa vîza didine welatîyên wan dewleta, yên ku gerekê destûra anegor bistînin. Feqet, hene welat, bona kîjana vîza tune, lê ew gerekê li wekîltîya Arsaxêye li Ermenîstanê biqesidin û li wir dokûmênta anegor bistînin, bi kîjanê destûr heye herine Arsaxê. Têra tê dîtinê ku pêşîya çûyîna li Arsaxê, ew welatî gerekê herine wekîltîya Arsaxêye li Ermenîstanê û ew înformasîya bighînine me, lê rojekê pêşda ew înformasîya wê bighîjine aşîtîparêzên rûs jî. Mecalên aşîtîparêza hene ku pê bihesin, ku ew meriv teşkîletên têrorîstîva girêdayî ne, yan na. Babayan serda zêde kirîye, wekî çûyîn-hatina ermenîyên ji welatên der, nehatîye sînorkirinê.Bi gotina wî, ew meriv gerekê rojekê hêvîyêbin ku ew navnîş bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button