Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî eşaretî daye wekî DAÎŞ careke mayîn xwe dide kifşê

Nava van qewilên krîzîsa girêdayî nexweşîya koronavîrûsêra, DAÎŞ-ê careke mayîn serê xwe bilind kirîye. Bi taybetî guhdarîya têrorîsta niha li ser Îraqê û Sûrîyayêye, lê diqewime êrîşên wane li welatên mayîn jî hebin. Derheqa wê yekêda endamê şêwira Organîzeya Netewên Yekbûîye bêqezîyabûnê, serokê beşa antîtêrorê Vladîmîr Voronkov gotîye, wextê ku ewî raporta bi sirê, ya derheqa şerkarîya dijî DAÎŞ-ê raberî katibê organîzeyêyî sereke kirîye. Ewî daye dîyarkirnê,wekî çekdarên DAÎŞ-ê dîsa êrîşa mîyaser dikin û bi taybetî cîhên sînoraye sist dibînin. Bi gotina Voronkov li zonayên konflîkta here kêm deh hezar çedarên DAÎŞ-ê hene. Xêncî wê yekê ew komên biçûke nû çawa hevkarên xwe dibînin û wî cûreyî cêografîya DAÎŞ-ê didine berfirehkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button