Sereke

Şikberî heye wekî Adirbêcanê beşeke cangorîyên me defin kirine: Artak Bêglaryan

Li Arsaxê wê ese înstîtûta parastinê hebe. Ew yek tiştekî cudaye ku ewê bê navkirinê çawa esker, hêzên parastinê, yan jî eskerên parastinê, lê eskerê Arsaxê wê hebe. Derheqa wê yekêda serokê admînîstrasîya serokê Arsaxê Artak Bêglaryan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî esker wê li rex garantîyayên aşîtîparêzên rûse bona bêqezîyabûna cimeta Arsaxê çareserke. Artak Bêglaryan usa jî daye dîyarkirinê, wekî pirsa merivên bêser-berate undabûyî û dîla hê nehatine helkirinê.Cinyazên cangorîya heger tên dîtinê, piştî wê yekê prosêsa naskirinê dirêj dikişîne. Hetanî niha hê bi seda cinyaz nehatine naskirinê. Li Arsaxê şikberin, wekî beşeke cangorîya alîyê Adirbêcanê wextê opêrasîyonên şêr yan jî piştî wan, nava axêda veşartine. Niha megberên bi massayî hatine vekirinê, lê wî alîda xebatên kirinê hene. Paşdavegerandina cinyaza û dîla, Adirbêcan bi zanebûn dide paşdaêxistinê. Bêglaryan usa jî daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hejmara dîla jî vedişêre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button