Sereke

Yektîya Avropayê û Organîzeya Hemdinîyayêye Saxlemîxweykirinê wê nava pirsa vaksîna dijî koronavîrûsê piştgirîyê bidine Ermenîstanê

Yektîya Avropayê û Organîzeya Hemdinîyayêye Saxlemîxweykirinê wê nava sê salada 4O mîlîyon yûro xerckin, bona ku li Ermenîstanê, Adirbêcanê, Bêlarûsê, Gurcistanê, Moldovayê û Ûkraînayê vaksîna dijî koronavîrûsê hebe. Derheqa wê yekda ajansa Reuters-ê elam kirîye.
“Ev derfetên fînansî wê bona hazirkirina êtapa bên xerckirinê, yên mînanî hewcetîyên hindava programkirina, dem û dezgeha, hazirkirina xebatkarên doxtirîyê û înformasîyon”,-Organîzeya Hemdinîyayêye Saxlemîxweykirinê elam kirîye û serda zêde kirîye, wekî piştî wê yekê wê piştgirî bê dayînê, ku vaksîna bi kardarî bê belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button