Sereke

Organîzeya Netewên Yekbûyî bangî Hewlêrê û Begdayê dike ku dîyalogê berdewam bikin

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt 14-ê sibatê rastî şuxulkarê kurdî sîyasî, serokê partîya Kurdistnêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî hatîye, bona ku ji navê Organîzeya Netewên Yekbûyî bangî Hewlêrê û Begdyê bike ku dîyaloga bona helkirina pirsa byûcêya dewletê berdewamkin.
“Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî daye dîyarkirinê, wekî organîzeya Netewên Yekbûyî bangî hukumata Herêma Kurdistanê û hukumata Îraqê dike ku dîyalogê berdewam bikin û atmosifêra pozîtîv sazkin bona ku hevraxeberdan bighîjine helkirina pirsê”,-nava elametîya ofîsa Mesûd Barzanîyê serok hatîye gotinê. Sirîya xweda, Mesûd Barzanî derheqa piştgirîya hevraxeberdanên li ser hîmê konstîtûsîya Îraqê elam kirîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî gelek pirsgirêk wê tunebûna, heger konstîtûsîya bi temamî bihata xebitandinê.Xeberdan usa jî derheqa bûyarên sîyasîye li Îraqê û Kurdistanê çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button