Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: qewatkirina eskerê ermenî dikare tirkîzasîyakirina herêmê bide sekinandinê

“Telîmên li bajarê Qersê, yên ku ji 1-ê sibatêda destpê bibûn, yên tirka-azêrîyaye tevayî, îdî ser hevda hatine.Tevî wan telîma dibûn pareskerên tirka, tanka û artîlêrîyayê, komên nîşangira, komên mexsûs û hêzên hewê.Şiroçîya malpera “Razmînfo”-ê Sona Xaçatryanê gotîye, wekî ev telîm çawa eşaretîya bona Ermenîstanê û usa jî baza rûsaye li Gumirîyê bûn. Bi gotina pêşezanê leşkerî Artûr Yêgîyazaryan, cudatîya van telîma ew bû, wekî zelal derheqa cêribandina têknîka leşkerîye nûda didane dîyarkirinê, usa jî gilî derheqa komên dîvêrsîyonda bû, yên ku gerekê nava qewilên çîyada mecalên dijmine mînavêjîyê tune bikirana. “Qewilên derbazkirina van telîma hema mînanî wê yekê bû, ku çawa li Ermenîstanê opêrasîyona derbazkin.Eva gaveke bona sazkirina eskerê tûranêye tevayî bû, tevî kîjana dibûn eskerên azêrîya û tirka. Ev telîm bona tirsandina me bûn, lê ji alîkî mayînva gerekê hesab hildin wekî ew bi rastî bona şêr hazir dibin, bi xweykirina eskerê şerkar”,-Yêgîyazaryan gotîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button