Sereke

Elametîya 9-ê mijdarê tu xaleke derheqa sazkirina sivderê raber nake: berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa elametîya Elîyêvda daye dîyarkirinê

Tu xaleke elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, ya ji alîyê serekwezîrê Ermenîstanê, serokên Rûsîyayê û Adirbêcanêda îmzekirî derheqa sazkirina sivderêda raber nake. Her rêyeke nava Ermenîstanêra wê bin xweserkarîkirina Ermenîstanê û kontrola wêdabe. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye.Rojnamevana pirs daye Nagdalyanê ku serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kirîye, wekî nava elametîya 1O-ê mijdarêye tevayîda, xala derheqa sazkirina sivdera Nexçêvanêda hatîye dîyarkirinê û ewê çawa wê yekê şirove bike.
-Nava xala elametîyêye 9-da hatîye dîyarkirinê, ku hemû rêyên êkonomîkî û transportê gerekê bêne vekirinê û hema bi vê nêzîkbûnê jî Ermenîstan bona îzbatbûna qewînbûna li rêgîyonê pêşda tê. Nava vê xalêda derheqa sazkirina sivderêda tu tişt tune. Her rêyeke ku nava Ermenîstanêra derbaz dibe, bin serkarîkirina Ermenîstanêdane û wê usa jî bibe,- Nagdalyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button