Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê û bayloza Organîzeya Netewên Yekbûyî halê li Îraqê gotûbêj kirine

Serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê hevraxeberdanên di navbera Hewlêrê û Begdayê û rêyên helkirina pirsgirêka hatine gotûbêjkirinê. ” Me halê li Îraqê, bûyarên girêdayî hevraxebrdanara, yên di navbera Herêma Kurdistanê û hukumata fêdêralda, usa jî mêxanîzmên helkirina pirsgirêka, pirsgirêka para byûcêya Kurdistanêye nava byûcêya fêdêralda gotûbêj kirine”,- serekwezîr nava rûpelê xweyî mêdîya sosîyalîda nivîsîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê, pirsa mîyaserkirina hevraqayîlbûna girêdayî Şengalêra hatîye gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button