Sereke

Sîyasetmedarê kurd Roj Nûrî Şawêys 74-salîya xweda koça dawî kir

Sîyasetmedarê kurdî eyan, endamê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Roj Nûrî Şawêys 15-ê sibatê 74-salîya xweda koça xweye dawî kir.
Roj Nûrî Şawêys cêrge qulixên bilindda çawa li Hewlêrê, usa jî li Begdayê cîhê xwe girtîye. Ew qulixa serokê parlamênta Kurdistanêda, cîgirê serekwezîrê Kurdistanê û serekwezîrê Îraqê bûye. Ew sala 1947-a li Silêmanîyê ji dayîk bûye, pêşda li Begdayê, paşê li Mûsilê xwendîye û paşê derbazî Almanîyayê bûye bona stendina dereca doktorîyêye nava goveka têknîka êlêktronî. 15-ê sibatê ew li nexweşxana Hewlêrê wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button