Sereke

Bi serkarîya Paşînyan civîna şêwira sîyasîya dijî ruşetxwerinê derbaz bûye

Bi serkarîya Nîkol Paşînyanê serekwezîr, li hukumatê civîna şêwira sîyasîya dijî ruşetxwerinê derbaz bûye.Cêrge pirsên nava rojevêda hatine gotûbêjkirinê.Wezîrê edaletê Rûstam Badasyan raporta derheqa stratêcîya dijî ruşetxwerinê û mîyaserkirina bernama anegore salên 2O19-2O2O-î raber kirîye.Piranîya xalên wê bernamê hatine mîyaserkirinê, lê bi gotina wezîr rûyê halê nexweşîya koronavîrûsê û şerê qewimîda hene tişt, ku mane. Sedira komîsîya îzinnedayîna ruşetixwerinê Haykûhî Harûtyûnyanê daye dîyarkirinê, wekî komîsîya hindava wan şexsa, şuxulkarîya wane bîznêsê lêkolîn tên derbazkirinê, ewên ku qulixadanin. Cêrge îş hatine vekirinê. Têra tê dîtinê wekî miaşa hakimên mehkemên dijî ruşetxwerinê gerekê ya anegorbe, bona ku xebat baş bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button