Sereke

Li Ermenîstanê dereca xirabkarîyê li Avropayê ya nimize, lê…

Anegorî înformasîyayên lêpirsînên sosîyalî, li Ermenîstanê dereca xirabkarîyê li Avropayê tê hesabê ya here nimiz. Ew 22,88 selefe. Ev înformasîya meha çileya sala 2O21-ê hatîye nûkirinê.Îndêksa xirabkarîyê li ser hîmê xirabkarîyên cûre-cûre tê hazirkirinê. Tevî îndêksa dereca xirabkarîyê usa jî ya bêqezîyabûnê tê belavkirinê, ya ku li Ermenîstanê bilinde û dighîje 77, 12 selefî. Heger em bona himberîkirinê bêjin, mesele, dereca xirabkarîyêye here bilind li Ûkraînayê û Şvêdîyayêye, ya ku dighîje 48,85 û 47,O7 selefî. Ya here nimiz li Swîsrê û li Slovênîyayêye, ya ku ji 21 selefî hinekî zêdetire. Bi dereca bêqezîyabûnê Swîsr û Slovênîya bi selefekîva ji Ermenîstanê derbaztir bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button