Sereke

Berdevka Qesira Sipî: mafê serokê ŞAY heye ku bersiva êrîşa li Hewlêrê bide

Berdevka Qesira Sipî Cêym Psakîyê elam kirîye wekî mafê serokê Ştatên Amêrîkakêye Yekbûyî heye, ku bersiva êrîşa li Hewlêrê bide.”Em hîvîya encamên lêkolînêne, yên ku girêdayîne wê êrîşêra”,-ewê gotîye. Berdevka Qesira Sipî daye dîyarkirinê, wekî ew bi guhdarî tevî hukumata Kördistanê dîna xwe didine van pirsa û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya Herêma Kurdistanê bike, bona ku gunehkarên vê êrîşê bêne dîtinê. Katibê ŞAY-yî dewletê Êntonî Blîkên gotîye serewezîrê Kurdistanê Mesûsr Barzanî ku Ştatên Yekbûyî wê piştgirîyê bide Hewlêrê.Em bêjin, wekî nava encamên êrîşa li Hewlêrê, merivek hatîye kuştinê, neh jî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button