Sereke

Sê parlamêntvanên serbest projeya elametîya gunehkarkirina kirinên Adirbêcanê pêşda kişandine

16-ê sibata sala 2O21-ê, sê parlamêntvanên ku nakevine nava fraksîyayên parlamêntê, berbirî serokê parlamêntê bûne ku elametîya hazirkirî pêşda bikişînin. Anna Grîgoryanê, Vardan Atabêkyan û Tagûhî Tovmasyanê pêşnîyar kirine, ku parlamênt projeya elametîya ku Adirbêcan çi cûreyî nêzîkî dîlên leşkerî û merivên sîvîl dibe û bona wê yekê Adirbêcanê gunehkarkin û wê projeyê qebûlkin. 8-ê kanûnê parlamênta Ermenîstanê elametî belav kiribû, lê Adirbêcanê hê dîlên leşkerî û merivên sîvîle li cem xwe paşda venagerîne. Adirbêcan, bi gotina parlamêntvana, vê prosêsê paşda dêxe û hela serbara serda jî wana nav dike çawa têrorîst û îşê mehkemê dijî wan vedike. Bi vî cûreyî ew mafên mêriv û hûmanîtarî diteribînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button