Sereke

Meriva gerekê bidine sîlihkirinê, lê bi qewilê nava teşkîla komên xweparastinêda: Vova Vardanov

Qanûna derheqa sîlihkirina binelîyên gundên li ser sînora pêwîste, lê helkirin gerekê rast bêne kirinê. Derheqa wê yekêda vêtêranê şerê Arsaxê Vova Vardanov gotîye. Bi gotina wî, qanûna derheqa heyîna sîlihda bi sînorkirinên xweva bi kêmasîyaye. Bi gotina wî îzina leşkerê ku teze ji qulixê paşda vegerîyaye, tune ku sîlihê wî hebe, lê nêçîrvanê pêncsale îzina wî heye.
“Bona destûra heyîna sîlih ew yek jî bese, wekî meriv alkoholê nade xebatê, narkotîka nade xebatê û pirsgirêkên wîye pisîxolocî tunene. Ew yek bes nîne. Li vir ya sereke ewe, wekî ewê ku xweyê sîlihe, endamekî koma parastinêbe. Anegorî qanûnê gerekê bê têradîtinê, ku heger nakeve nava komeke rezedilvana, wî çaxî gerekê lîsênzîyayê nedine wî”,-Vardanov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button