Sereke

Pêşnîyara derheqa xebitandina rîya Abxazîyayêye hesinî balkêşe, lê ne anegorî rastîyêye

Abxazîya ku ne bin kontrola Gurcistanêdane, naxweze ji projeyê vekirina tevgirêdanên transportê bêpar bimîne. Girêdayî wê pirsêra parlamênta Abxazîyayê berbirî Rûsîyayê bûye û niha jî hazir dibe nama usa jî welatên herêmêye mayînra, nava wanda Ermenîstanêra, bişîne. Serokê komîsîya parlamênta Abxazîyayêye tevgirêdanên navnetewî Astamûr Logûan wextê hevpeyvîna tevî “Radîolûr”-ê gotîye: “Piştî şerê li Qerebagê mecala vekirina tevgirêdanên transportê pêşda hatîye. Abxazîya her dem hazir bûye û niha jî hazire tevî projeyên herêmî bibe”. Doranên Rûsîyayêye pêşezanîyê jî vê pêşnîyarê çaw ya balkêş hesab dikin, lê ew dibêjin, wekî pêşeroja nêzîkda ew yek ne nêzîkî aqilaye, çimkî menîyên têknîkî, fînansî hene û ya sereke jî faktora Gurcistanêye. Li Gurcistanê jî têra dibînin, wekî sivderên abxaza, yan jî ya osaye kirîn- frotanê dikarin tenê wî çaxî bêne vekirinê, wextê ku tevî Rûsîyayê pirsa sereke bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button