Sereke

Qulixçîyên azêrîyaye leşkerî, yên ku li rex gundên nehîya Kapanêne, agirkirina mîyaser dikin: parêzerê mafên mêriv

Bajarê Syûnîkêyî Kapanê, gundên Nêrkîn Handê, Şîkahogê, Sraşênê bûne cîhê seredana parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrive 16-ê sibatê. Bi gotina Arman Tatoyanê mafparêz, seredan bi rêberîya serokê Kapanê derbaz bûye. Wî çaxî cêrge goûtbêjkirin hatine kirinê, tevî binelîya başqe qise kirine, monîtorîngên pêşezanîyê hatine kirinê û şikyat hatine lêkolînkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî li rex gundên nehîya Kapanê qulixçîyên azêrîyaye leşkerî gulebarandina mîyaser dikin. Ew çawa roj, usa jî şev tên kirinê û rûyê wê yekêda gundada nerihetî pêşda tê, berê ewlin nava jin û zarokada.Xêncî wê yekê şikyat hatine raberkirinê, wekî rûyê qirarkirina sînorada deştên çêrandina heywanên wan gunda ketina bin kontrola hêzên azêrîya.Anegorî feydayên wê seredanê, niha xebatên tomerîkirinê tên mîyaserkirinê û pêşnyara wê raberî organên anegor bikin, bona ku zelalkirina mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button