Sereke

Sala 2020-î kara ji anîna eşyayên tirkî ji 50 mîlîyon dolarî derbaztir bûye

Sala 2020-î kara ji anîna eşyayên tirkî gîhîşîtiye 25 mîlîard dramî (ji 50 mîlîyon dolarî zêdetir).Derheqa wê yekêda serwêrê dîyarkirina karê û komîtêya kara dewletê Mnasakan Şarafyan gotîye rojnamavana.Ewî serda zêde kirîye, wekî eşyayên sala 2019-a anî dikarin gumrikêra nava çar mehada derbaz bibin. “Ji Tirkîyayê kinc, fêkîyên sîtrûs, eşyayên kîmyayî û tiştên mayîn hatine Ermenîstanê”, – Şarafyan gotîye. Bi gotina serwêrê kontrola gumrikê Artyom Karapêtyan, piştî qedexa anîna eşyayên tirkî, cêribandinên anînê hatine kirinê. Ewî gotîye, ku ew cêribandin hatine pêşîgirtinê, mecalên wan bona şerkarîya dijî wê yekê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button